1. tiştekî têra xwe normal û asayî ye.. ji ber ku ya yekê hejmara jinên xwende li gorî mêrên xwende di nava civaka kurd de gelekî kêm e.. ji nav wê hejmara jinên xwende de jî jinên kurdîaxêv û kurdînivîs gelekî kêm in.. û yên xwende û kurdînivîs jî ji ber ku kêm in kêm peyda dibin nadîde ne yanî têra xwe qurre û pozbilind in -şûr bisk û keziyên wan ên meqeskirî nabirre yanî- û bi xwe re nabînin li dereke wekê tirşikê binivîsin.. ji xwe yên dinivîsin jî têra xwe pitpitok û mizmizok û çîzçîzok in di destpêka her peyameka xwe de gazin û lomeyan dikin û dibêjin tirşik bûye wekê qehwexaneya mêran, nivîskarên tirşikê ziman û jargoneke zêde nêr bikar tînin, tam di tirşikê de nemaye êdî filan.. |
|
03.10.2013 01:24 |
endazer
|
2. erê bavo dîsa ya sucdar jin e. |
|
03.10.2013 13:01 |
gulan
|
3. pirsgirekeke giringe. |
|
03.10.2013 18:48 |
saladin
|
5. Kî/ke dibê nivîskarên jin kêm in qey ji bavê wan zêdetire bi vî awayî davêjin..eyb e şerm e fihêt e,ew çi tomete ku,win li wan dikin, hey malneşewîtyonên bereday, hey xwelîserên malxirab.hey xwedênestendiyonan, |
|
30.10.2013 14:39 |
nunê
|
6. kêmayiya egera kêmayiya nivîskarên mêr e jî.. |
|
19.12.2013 23:32 |
endazer
|
7. li amerîka ji derên visa re dibêjin sausage fest. |
|
20.12.2013 00:32 |
saladin
|
8. kêmasiyeke başî û xerabiyên wê hene. |
|
20.12.2013 00:35 |
dijber
|
10. îdîaya ku êdî ne rast e lew di van rojan de êdî nivîskarên jin jî ketine piyaseya tirşikê û dest bi bazirganiyê kirine. de ya bi xêr. |
|
09.01.2014 03:50 |
ceso
|
11. kêmasiya ku bi grafîkên îstatîstîkî jî hatiye pesendkirin; |
|
02.02.2015 17:14 |
simurg56
|
12. normal e. lewma jinên xwendevan kêm in, yên bi kurmancî dikarin bixwînin û binivîsînin kêmtir in. di tirşikê de jimara wan ji 5an derbas nake anacim. |
|
03.02.2015 17:59 |
diclefirat
|
13. li gorî îstatîstîkan, 85 kes in: |
|
03.02.2015 18:01 |
simurg56
|
14. Heyra ! De ka bila ewil ewil kurdîzanînên Jin /keç xwe li nezanîyê daneynin û bi Kurdî bipeyivin wê demê hijmara wan dê zêde bibe. Xwendekarên mêyîn kêm in loma hijmara wan jî hindik in. |
|
03.02.2015 20:00 |
pîlerka pîr
|
15. li gorî min ev ne tiştekî normale, ez bixwe li ser twîttirê bi qasî ku kurdînûsên mêr dibînim, ewqasî jî, jina dibînim. |
|
02.05.2020 03:44 ~03:46 |
merwano
|
16. kêmasiyek mezin e. |
|
02.05.2020 04:55 |
de facto hozan
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |